Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
erdal kaya - tirşik
erdal kaya
(9) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Şanogerekî Kurd e.
Ewil min wî bi bername şildim bildimê wî nas kiribû. Û piştre bi rêzefilma îşevê êdî gotinên wî ji bîra min naçin, lîstikvanekî têr û tije ye.
Ger ne şaş bim, mamosteyê jî lê ji karê xwe hatiye derxistin.
Li batmanê di şanoya yenisahne de dileyist, lê îro girtiye.



23.11.2020 16:59 | merwano

2. "erê ednan em jî têra xwe psîkopatin em jî têra xwe dînin"



23.11.2020 19:41 | doesntmatter

3. Erdal Kaya( z. Batman ), şanoger, lîstikvan, derhêner û mamosteyê Kurd.

Erdal Kaya, li Zanîngeha Afyon Kocatepe mamostatiya ziman û wêjeya Tirkî xwend û di salê xwendinê de dest bi şanoyê kir. Pîştî ku vegeriya welatê xwe bi hevalên xwe re di sala 2018an de Şanoya Yenisahne vekirin û di vir de dest bi şanogeriyê kirin.[2] Di vir de ji bilî lîstikvaniya şanoyê derhêneriya lîstîkan jî dikir, hin ji van lîstika; Cimri, Kadın Ölüleri, Salak Oğlum.

Piştî ku li cîhanê nexweşiya Korona derket, wek gelek cihan, Şanoya Yenisahne jî hat girtin. Erdal Kaya di rojên karantînayê de nesekinî û bi hevalên xwe re bi navê Şildim Bildim bernameyek amade kirin ku her heftî li ser qenala Hestû Tv dihat weşandin. Pîştî vê bernamê Erdal Kaya bêhtir hat nasîn. Lê navdarbûna wî bi Rêzefîlma Îşev re dest pê kir.

şano:
-serbaz (2019)
-Cimri (2018)
-Kadın Ölüleri (2017)
-Salak Oğlum (2014)

Rêzefîlm:
-Îşev(2020-...)

Bername:
-Şildim bildim (2020-...)
-dîtin û gotin (2020)

Fîlmnîgarî:
-a.r.o.g (2008)

çavkanî: Wîkîpediya*



26.05.2021 18:44 | merwano

4. erdal kaya yek ji şexsên ku bi kar û xebatên xwe yên bi kurdî hatine nasîn e. Em van mînakan gelek caran dibînin. Kî dev ji tirkî berdabe û dest bi karên kurdî kiribe bêhtir tên nasîn û navê wan zêdetir belav dibe. stranbêj be jî, derhêner, lîstikvan û nivîskar be ferq nîn e zûtir binavûdeng dibin.



26.05.2021 19:36 | hueyn

5. Pel fîlm pê re bernameyek çêkiriye




08.08.2021 14:20 | merwano

6. Şanogerê ku ev demek e bi birayê xwe rênas kaya vîdeoyên kurt parve dike û ser medyayê diweşîne ye. Şîroveya min li raçevkên xwe yî ser civakê da û niwenandinên nav civakê da gelek serkeftî ye, lê ji ber ku nav vîdeoyekî pirr heneka dike piştî demekî vîdeoyan de henek êdî rengê hev didin. Lê ev ne tenê pirsgirêka wî ye, ji ber ku kê vî karî bike dawiya wî teqez wiha dibe. min çend vîdeoyê wî temaşe kir, yên gelek serkeftî jî hebûn û yên klîşe jî hebûn. Niwenandinên wî da yên min herî eciband esnaf û ap/xal in.

Esnafê batmanê:



Berber:



Cejna we pîroz be (Mêvanên li Cejnê):



Show:




30.11.2022 02:34 ~02:44 | pêşewa

7. Bi piranî "Baqî abê" tê nasîn.



30.11.2022 21:40 | bakur.nekure1

8. Sala 2008an de di fîlma cem yılmaz a arog de xûya kiriye.
Here lînkê



17.12.2022 07:21 ~07:21 | cinorek

9. Cosplaya qazîyê çêkiriye:
Here lînkê
rind bûye yaw



31.01.2023 23:34 | blabla

10. stand-up komedî dike. vik û vala/142964



17.09.2023 22:14 | mirovekirind

11. Di demên dawî de populerbûnek baş bi dest xistiye. bajarên kurdan û metropolên tirkiyê têra wî nekiriye û çûye tax Qibrisê ta ku stand-upê çêke. .



5 roj berê 06:26 ~06:26 | cinorek

12. Dema navê wî dibihîsim gelemperî Ramazan Gürbüz tê bîra min. Nizanim çima*




5 roj berê 14:12 | horhorik

13. Zimanê Kurdî bi çand û hûnerî pêş dikeve.
Bi taybetî ji bo zêdekirina bikaranîn û eleqeya bi kurdî di nav ciwanan de xebatên erdal kaya pir giring in. Bi xêra wî gelê Kurd hem dikene hem jî gûhdarîya zimanê xwe dike.



4 roj berê 15:39 | elaziz izzetpasa camii

14. Pêşeroja wî geş dixuye, min li kursiyên turneyên wî nêrî li gelek bajaran têra xwe tijî dibin, wate tête hezkirin. Hêvîya min ew e her tim bi vê awayê karê wî bidome.



3 roj berê 22:23 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
şivanê kurmanca [2]
zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pi...
peyamên têr û tije [3]
ev entry, ehmeqên hatine li vir peyamên tije digeriyên nîşanî me dide....
sendroma tourette [3]
Sendroma ku ji tîkan pêk tê. Kesên ji vê sendromê  hereket û dengên xw...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Sir û seqem Ba û bager Kesên bêveger Dîl digrin par bi par, her mi...
nifşa z-yê [5]
Yek ji wan jî ez im. Lê ez ne wek wan im! Tesîra medyaya civakî û în...
belki ev jî bala te bikişînin
» erdal tosun
» kayahan

Kategoriyên mijarê:: tiyatrolistikvan komik tiyatrolistikvan komik tiyatrolistikvan komik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî